Li Amûdê ya girêdayî Kantona Qamişlo bermîlekî mazotê teqiya.
Di encamê teqînê de agir bi malekî ket û şewat çêbû.
Doh êvarê li bajarê Amûdê bermîlekî mazotê teqiya.
Di vê teqinê de agir li mala welatiyê bi navê Abdîn Șemșolî ket.
Tîmên agirvemirandinê yekser destwerdan kir û agir vemirandin.
Di bûyerê de zarokê bi navê Mihemed Hisên Osman 3 salî û Fehîm Hisên Osman 12 salî jiyana xwe ji dest dan 3 kes jî birîndar bûn.
Ji birîndaran Bavê zarokan Hisên Osman 38 salî û bapîrê wan Ebdil Rezaq Şemşûlî 73 salî tevî hemû hewildanan ji ber giranbûna birîndarbûna wan vê sibê jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî Rêveberiya nexweșxaneya Amûdê rewşa kesê birîndar jî giran e.
Saziyên eleqedar derbarê teqînê de lêpirsîn dan destpêkirin.
https://youtu.be/u51VdHOBFxg



