Bermîlekî mazotê li malekê li Amûdê kantona Qamişlo teqî û șewat çêbû.
Danê vê êvarê li mala Abdîn Șem-șûlî yê ji bajarê Amûdê bermîlekî mazotê teqî.
Di encamê de, agir bi malê ket 2 zarokên wî jiyana xwe ji dest da û 2 zaroken din yên malê bi giranî birîndar bûn..
Li gorî Rêveberiya nexweșxaneya Amûdê rewşa birîndaran gelekî xirabe.
Tîmên agirvemirandinê yekser destwerdan kir û agir vemirind.
Heta vê kêliyê jî hîna sedema teqîna bermîl nehatiye zanîn.