Yekem car di dîroka DYA de 2 jin li pişt serokê welat rawestiya ne

Piştî serokê DYA Joe Biden hat li ser deshilatdariya welat, cara yekem di Kongreyê de axivî. Joe Biden plansaziyên di serdema rêveberiya xwe de anî ziman û got: Pêwiste ew nîşan bidin ku demokrasî hîna dixebitre.

Her wiha ev dema axaftina Biden de, cîgira wî Harris û Seroka Meclisa Nûneran Pelosi jî amade bûn. Ev yek jî di dîroka DYA de yekeme ku dema serokê welat di axive du jin li pişt wê ne.

Li avahiya Kapîtolê yekem car Serokê Amerîka Joe Biden li pêşberî Kongiresê axivî.

Ji ber rewşa vîrûsa Coronayê li şûna 1600 endam û berpirsên Kongê 200 kes amade bûn.

Cîgira Serokê DYA Kamala Harris û Seroka Meclisa Nûneran Nancy Pelosi li ser maseyê cihê xwe girtin.

Ev yek di dîroka Amerîka de cara yekeme serokê welat dema diaxive du jin li piştê amade ne.

Serokê DYA Biden: Divê em nîşan bidin ku hîna demokrasî dixebite

Joe Biden di xaftina xwe ya ji bo kongrê de anî ziman ku pêwîste îspat bikin hîna demokrsî dixebite, hikûmet kar dike û dikarin xizmetê ji gel re bikin.

Biden diyar kir ku di mijara zêdekirin û çêkirina rê û piran, berfirehkirina bernameyên civakî û li dijî guhertina avhewayê, wan planek ji 1,8 tirilyon dolar eşkere kiriye.

Serokê DYA balkişand ser serkeftina welatê xwe ya di derzîkirina li dijî vîrûsê de û wiha got:

Piştî 100 rojî ez dikarin bêjim ku Amerîka carek din di tevgerê de ye. Me bêbawerî veguherand îhtîmalan, alozî veguherand fersendan û têkçûn jî veguherand hêzê. Jiyan dibe ku me li erdê bixe lê ticarî nabe Amerîka li erdê bimêne.

Serokê DYA Biden: Divê em nîjadperestiya sîstematîk ji holê rakin

Joe Biden li seranserî welat banga zêdekirina hêza polîs û kêmkirina gihiştina çekên bi hêz kir û wiha domand:

Beşek zêde yên ku rozêt standine, bi rûmet ximet ji gel re kirine. Lê pêwîstiya me bi kombûn û jinûve avakirina baweriyê heye. Divê em nîjadperestiya sîstematîk ji holê rakin. Ji ber vê divê em vê yekê li ser navê George Floyd rast bikin.

Serokê Amerîka Joe Biden di civîna Kongrê ku bi qasî 2 saletan dewam kir de axaftina xwe bi vê peyamê bi dawî kir:

Hûn yên ku niha di mal de li min temaşe dikin, ez dixwazim vê bizanin. Serokê we li pişta we ye.

Back to top button