
Çeteyên dewleta Tirk gundê Ereb Hesen ê Mezin ê Minbicê topbaran kirin û di encamê de sivîlekî birîndar bû.
Çeteyên dewleta Tirk ji gundê Ereb Hesen ê Biçûk ê dagirkirî, gundê Ereb Hesen a Mezin dan ber topbaran.
6 top li herêmê ketin.
Di encamê de sivîlê bi navê Mihemed Hec Hisên El-Xelef yê 30 salî birîndar bû û ziyanên mezin gihiştin mal û milkên sivîlan.
Xebatkarên tenduristiyê diyarkirin ku rewşa Mihemed girane.
Destpêka meha Nîsanê jî heman gund bi dijwarî hatibû topbarankirin.
Di encamê de zarokek 5 salî jiyana xwe ji dest dabû, dayik û bavê wê birîndar bibûn.