YE: Rênedin Rûsya yekîtiyê xere bike

Ji ber kiryarên rêveberiya Moskowa yên li hindirê welat û derve, aloziya navbera YE û Rûsya kurtir dibe.
YE ragihand ku têkliya bi Rûsya re ji her demê lewaztire û dibe ku ev yek hîn lewaztir bibe.

Berpirsê Bilind yê Polîtîkayên Ewlekarî û Karên Derve yê YE Josep Borrell ji bo destnîşankirina çarçoveya têkiliyên bi Rûsyayê re belgeyek amade dike ku wê pêşkêşî erêkirina endamên yekîtiyê bike.

Josep Borrell ji bo dayîna naskirina naveroka belgeyê civînek çapemeniyê lidar xist û wiha got,

Belge wê li ser qonaxên “Paşvexistin, sînorkirin û avakirina têkiliyan” be.

Borrell ji ber têkliyên nebaş yên navbera Bruksel û Moskowa ku niha dewam dikin, Rûsya tewambar kir.

“Tevî ku Rûsya hewil dide me parçe bike, YE yekgirtî ma.

Ev yekbûn hebûna me ya herî mezin e û pêwiste were xurtkirin.”

Berpirsê Bilind yê Polîtîkayên Ewlekarî û Karên Derve yê YE Josep Borrell anî ziman ku têkliyên bi Rûsya re ji her demê lewaztire û diyar kir ku dibe ev yek hîn lewaztir bibe.

Lîderên YE wê di civîna 24-25 Hezîranê pêk were de, nêzîkatiya bi Rûsyayê re nîqaş bikin.

Lê welatên yekîtiyê di mijara pêkanîna cezayan li ser Moskowa de, xwedî fikrên cuda ne.

Back to top button