Şehîd Sema li Til Temir û Kobanê hat bibîranîn

Sema Yuce di salvegera şehadeta xwe de li navçeya Til Temir û Kobanê bi çalakiyan hat bîranîn.

Li navçeya Til Temirê ji bo bîranîna şehîd Sema Yuce Kongra Star semînerek li dar xist.

Semîner li Saziya Malbatên Şehîdan a navçeyê bi beşdarbûna bi dehan ji şêniyên navçeya hat lidarxistin..

Di semînerê de nameya şehîd Sema hat xwendin..

Piştre ji Rêveberiya Konra Star a navçeyê Gulîxan Tahir axivî û diyar kir ku şehîd Sema ji dijmin re îsbat kir ku îradeya jin xurte.

Li Kobanê jî şehîd Sema Yuce bi civînekê hat bîranîn.

Di civînê de endama Kordînasyona Kongreya Star a Kantona Kobanê Mizgîn Xelîl axivî.

Back to top button