Dadgeha Almanya jin a DAIŞ’î Sarah O. bi cezayê 6 salan xelat kir

Yên nedîtî nizane. Welatên Ewropa wisan xuya dike. DAIŞ’ê bi cezayê kêm xelat dike. Jin a DAIŞ’î Sarah O. suc êzidî. Almanya 6 sal û 6 meh ceza.

Jina DAÎŞ’î Sarah O. ku ji ber sûcên xwe yên li dijî jinên Êzidî dihate darizandin, hate cezakirin.

Rûniştina biryardanê doh li Dadgeha Bilind a Herêmî ya Dusseldorfê pêk hat.

Dadgehê Sarah O. weke milîsa cîhadîst a DAIŞ’ê pênase kir û 6 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê birî.

Doza li dijî jina DAIŞ’î Sarah O., ji aliyê parêzer Necdal Dîşlî ve bi navê 3 jinên Êzidî yên ketin destê DAIŞ’ê hate vekirin.

Parêzer Necdal Dîşlî bi xwe ji civaka Êzidî ye li ser mijarê axivî û got,

“Ji fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ve ez sûcên ku li Şengalê hatin kirin dişopînin.

Yek ji wan jî revandin û kolekirina 7 jinên Êzidî bi destê Sarah O. û Îsmaîl S. bû.

Êşkenceyeke dijwar li wan hate kirin û dest avêtin wan.

Di vê bûyerê de 7 kes hebûn, lê 2 kes di dema şer de hatin kuştin.

2 jin jî hîn winda ne.

Ji 7 jinên Êzidî yên di destê wan de 2 kes zarok bûn ku di bin 15 salî re bûn.

3 jin jî bi pêngava QSD’ê ji destê DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin.”

Necdal Dîşlî anî ziman ku bi navê van jinan wan doz vekirin ev doz vekiribûn.

7’emîn Senatoya Ceza ya Dadgeha Bilind a Herêmî ya Dusseldorfê her wiha dayik û bavê Îsmaîl S. ku hevserê Sarah O. ye ceza kir.

Dadgehê bi hinceta ku alîkarî bi çeteyan re kiriye, 4 sal û nîv ceza li Perîhan S. û 3 sal jî ceza li Ahmet S. birî.

Sarah O. di 15 saliya xwe de ku diçû dibistana ademeyî ji bajarê Konstanzê derbasî Sûriyeyê bû, li wir bi Îsmaîl S. re zewicî.

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), çeteyên DAIŞ’ê têk bir, Sarah O. reviya Tirkiyê û piştî demekê jî ber bi Almanyayê ve hate dersînorkirin.

2018’an dema ku Sarah O. tevî 3 zarokên xwe gihîşt Balafirgeha Dusseldorfê hate girtin.

Back to top button