Li daristanên Yewnanistanê termê 20 koçberan hat dîtin

Li Yewnanîstê ku bi rojane şewat heyî bîlanço giran dibe.
Tîmên agirkujiyê li herêmên daristanî yên şewat lê heyî, cenazeyê 20 kesan dîtin.

Wezareta Navxweyî ya Yewnanistanê li ser rewşa dawî ya şewata li welat agahî parve kir.

Wezaretê ragihand ku, tîmên agirvemirandinê cenazeyê 20 kesan li daristanên sînorê di navbera Yewnanistan û Tirkiyeyê de dîtine.

Ji ber cenaze bi giştî şewitîne, naskirina wan zehmet dibe.

Tê texmînkirin ku ev cenazeyên koçberanin.

Herwiha di daxuyaniya wezaretê de hate diyarkirin ku ji bo lêgerîna di nava daristanan ya cenaze û birîndaran de tîmek ya destwerdana lezgîn hatiye pêkanîn.

Eger koçber li wan daristanan hebin wan veguhêzin cihên aram.

Di daxuyaniya Wezaretê de hate gotin,

Cihê ku cenazeyên şewitî lê hatiye dîtin, xeta derbazbûna bi qeçaxî ya koçberane ku ji Tirkiyeyê derbazî Yewnanistanê dibin û ji wê derê derbazî Ewropa dibin.

Nêzîkî du hefteyane agirekê berfireh bi daristanên Yewnanistanê ketiye.

Bi hezaran kes ji ber şewatê koçber bûne û ziyaneke mezin gihiştiye nîştecihên herêma şewatê.

Back to top button