Di salekê de rejîma Îranê piraniya wan Kurd 423 kes bi darvekiriye

Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku îsal 423 kes li girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin.

Îranê girtiyekê ji bajarê Seqiza Rojhilatê Kurdistanê cezayê darvekirinê lê hatibû birîn darve kir.

Li gor tora mafê mirovan îsal Di 7 mehên borî de rejîma Îranê 423 kes di girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên rejîmê bi darvekirine û di meha Tîrmeha borî de jî 136 Kurd jî hatine binçavkirin.

Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku ji ber kuştina bi qestî cezayê darvekirinê li girtiyê ji Seqiza Rojhilatê Kurdistanê Şoriş Murwetî hatibû birîn, li Girtîgeha Navenda Sine hate darvekirin.

Di heman demê de hate ragihandin ku 136 welatiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.

Back to top button