Medyaya Iraqê: Civîna her du wezîran bi erênî derbas nebûye

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Husên û Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan doh li Bexda civiyan. Medyaya Iraqê ragihand ku civîna her du wezîran bi erênî derbas nebûye.

Di daxuyaniya çapemeniyê de Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên wiha got:

“Em pabendê destûra Iraqê ne û rê nade wê yekê ku tu rêxistin, partî û welateke din axa Iraqê ji bo êrişkirina ser welatekê din bê bikaranîn.”

Ji aliyek din ve beşek ji medyaya navxweyî ya Iraqê tekezî li wê yekê dikin ku hevdîtin ew qas erênî derbas nebûye, ji ber ku Tirkiye di mercên ku berê ji Iraqê re danîbûn de israr dike.

Herwiha medyaya Iraqê ragihand ku her du aliyan ji ber li ser tu xalan li hev nekirine, lewra li ser avakirina lîjneyeke daîmî ya danûstandinan li hev kirine.

Medyayên Iraqê diyar kir ku li ser mijara hinardekirina petrola başûrê Kurdistanê û berdana avê jî her du alî lihevnekirine û du nêrînên cûda derketiye.

Back to top button