Mûstafa Karasû: CPT li gor Tirkiyê nêzîkatî raber dike

Endamê Komîteya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir 2 salên dawî de li dijî Rêber Apo tecrîd hatiye girankirin. Derbarê helwestê CPT’yê û partiyên siyasiya Kurd de nirxandinê kir.

Mûstafa Karasû tevlî bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê bû û derbarê rewşa Rêber Apo de ev nirxandin kir:

“Gelê Rojava û Ewropayê berî û piştî komployê xwedî li Rêber Apo derketin.

Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo timî li ser piyan e.

CPT li gor Tirkiyê nêzîkatî raber dike.

CPT’yê hevdîtin bi Rêber Apo re kirine lê diyardikin ku nikarin encamên hevdîtinê parve bikin.

Herî kêm karîbûn li ser tenduristiya Rêber apo agahiyê bidin. Lê ev agahî jî nadin.”

“Partiyên Kurd ên li dijî tecrîdê ranabin divê bên teşhirkirin”

Mûstafa Karasû da zanîn ku ti partiyê ku ji bo azadiya Rêber Apo nexebite, xwedî lê dernekeve, têkoşînê nemîşîne wek partiyê Kurd nikarin bê nirxandin û got:

“Ev partî ji aliyê hin hêzan ve tên rêvebirin. Li gor helwestê wan tevdigerin.

Partiyên kurd a ku xwedî li Rêber Apo dernakevin divê werin teşhirkirin.”

Mûstafa Karasû: Divê êdî ev sekna PDK’ê were rawestandin

Back to top button