Ukrayna dixwaze şer bidawî bike lê…

Piştî 10 mehan ji encamên kambax Ukrayna dixwaze şer bidawî bike.
Bi vê armancê di salvegera 1’ê ya şer de Kiev wê konferansa binavê “Civîna Bilind a Aştiyê” organîze bike.
Lê aliyê ku ji şer weke berpirsiyar tê dîtin Rûsya beşdar nabe.
Ji ber vê çendê şensê serkeftina civînê û bidawîkirin şer weke zor tê şîrovekirin.

Wezîrê Karê Derve ê Ukraynayê Dmitro Kuleba raghand ku ew amadekariya civîna bilidn a aştiyê dikin.

Kuleba diyar kir ku civîna wan wê Sibata 2023’an di salvegera 1’ê ya şerê Ukraynayê de pêk were û got;

Di dîrokê de hemû şer bi rê û rêbazên dîplomatîk hatine bidawîkirin. Em jî dixixwazin bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî dest bi gaveke wiha bikin.

Hilbijartina Neteweyên Yekbûyî ji bo serkêşiya konferansê jî ew e ku alîgiriya ti tarafê şer neke.

Wezîrê Ukraynayê di berdewamiya axaftina xwe de îşaret bi mijarekê kir ku dikare li hemberî serkeftina konferansa wan bibe asteng.

“Divê Rûsya sûcên xwe ên şer qebûl bike”

Dmitro Kuleba ji bo beşdarbûna Rûsya a civînê ev şert danî pêş wan:

Divê beriya her tiştî Rûsya li Dadgeheke Navneteweyî sûcên xwe ên şer qebûl bike.

Mokso her carê behsa hevdîtinan dike lê ya niha dike tam berevajî van îdîayên wan e.

Wezîrê Karê Derve îdîa kir ku ew ê sala 2023’an ji bi serkeftina di şer de a ji destê wan were wê bikin û got;

Em di di pêvajoya pêş me de giraniyê bidibn xebatên dîplomatîk.

“Ji bo navbênkariyê, divê daxwaza aliyan hebe”

Di vê navberê de Berdevkê Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ew vê gavê bi temkîn pêşniyara Kievê a konferansê pêşwazî dikin û got;

Beriya niha sekreterê me gelek caran diyar kir ku ew encax li ser daxwaza hemû aliyan dikarin navbênkariyê bikin.

Berdevkê Koşka Kremlînê Dmitry Peskov jî bi van gotinan bersiv da banga Ukrayna a ji bo konferansê:

Rûsya ti carî li hember zext û ferzkirina ti alî stûyê xwe ne tewandiye.

Hem helwesta Neteweyên Yekbûyî û hem jî ya Mosko ji niha ve diyar dike ku şensê serkeftina konferansa Ukraynayê behsa wê dike pir zor e.

Back to top button