Dewleta Tirk dest bi belavkirina nasnameyên takekesî kiriye

Li herêmên dagirkirî, dewleta Tirk amadekariya belavkirina nasnameyên takekesî li sivîlên dike.

Di çarçoveya guhertina demografya herêmên dagirkirî de, hikumeta qaşo yê Inqazê ragihand ku wê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dest bi belavkirina nasnameyên takekesî li ser şêniyên herêmê bike.

Li gorî wê jî amadekariyên derxistina nasnameyên takekesî ji sivîlên li herêmên dagirkirî re, heye.

Ev pêngava xeternak, piştî koçberkirina bi hezaran şêniyên herêmê yê resen û li şûna wan bicihkirina çete û malbatên wan, dibe gava duyemîn a guhertina demografiya herêmê.

Ji bilî vê jî li dibistanan zimanê Tirkî li ser zarokan tê ferzkirin û li her deverên li herêmên dagirkirî ala dewleta Tirk tê hildan.

Tevî wê jî dewleta Tirk bikaranîna lîreyê Tirkiyê li tevahî herêmên dagirkirî sepandiye.

Di heman demê de pisporan hişyarî da ku wê dewleta Tirk, herêmên dagirkirî ji Sûriyê qut bike û hêdî hêdî bi Tirkiyê ve girê bide.

Back to top button