KCK: Bi xurtkirina pêngava azadiyê dikare dawî li êrîş û kuştinan bê anîn

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku polîtîkayên kuştina kurdan encama polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê ye.

KCK’ê bang li kurdên Bakurê Kurdistn û Tirkiyê kir ku bi xurtkirina pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye’ dikare dawî li êrîş û bûyerên kuştinê bê anîn.

Bi desthilatdariya AKP-MHP’ê re li Tirkiyê êrîş, faşîzm û kuştina li dijî kurdan zêde bû.

Herî dawî jî karkerekî kurd yê bi navê Ozkan li bajarê Tirkiyê yê Afyonê ji aliyê nîjadperestên Tirk ve hate kuştin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser êrişên nijadperestî daxuyaniyeke nivîskî weşand û sersaxî ji malbata karkerê kurd re xwest.

KCKê destnîşan kir êrîşên ku li bajarê Tirkiyê yên wek Sakarya, Stenbol, Enqere, Afyon ên li li hemberê kurdan têk kirin encama polîtîka dijminatiya li dijî Kurdan a AKP-MHP’ê ye.

KCK’ê got:

“Kurdên li bajarên Tirkan ji ber ku stranên kurdî guhdar dikin, kurdî diaxivin, tên kuştin.

Li Tirkiyê ji ber van sedema kuştina kurdan êdî ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye asayîkirin.

Tevî ku di sedan êrişên wiha de gelek Kurd hatine kuştin jî kujer nehatine cezakirin. Divê kurd vê yekê asayî nebînin qiyametê rakin.”

LI TIRKIYÊ POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINA KURDAN
KCK: ÊRIŞÊN LÊDAN Û KUŞTINÊ JI ALIYÊ MÎT’Ê VE TÊN PLANKIRIN Û PÊKANÎN

KCK’ê diyar kir ku faşîzma AKP-MHP’ê her roj bi gotina HDP terorîste, bi polîtîkayên şovenîzmê re Tirkan sordikin û bingeha êrîşan tê amade kirin.

KCK’ê dazanîn ku piraniya êrişên lêdan û kuştinê ku weke êrişên nijadperestiyê tên pênasekirin, ji aliyê MÎT’ê ve tên plankirin û bicihanîn.

KCK’ê li hember êrîşan balkişand li ser girîngiya xwe parastinê û got:

“Divê gelê Kurd parastina xwe bike van êrîşan bikin sedema xwerêxistinkirin û têkoşînê.

Bi xurtkirina pêngava demokratîk û şoreşger a bi navê ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye’ dikare pêşî li van lînç û kuştinan bê girtin.”

 

Back to top button