Li parka herî mezin a Almanyayê şewat: 25 Hezar kes hate tehliyekirin

Li bajarê Rust ê Almanya yê li parka bi navê Europa-Parkê şewat derket.
Ji ber şewatê 25 hezar kes hatin tehliyekirin.
Piştî destwerdanên tîmên agirkuj agir hate vemirandin.

Li bajarê Rust ê Almanya yê ku di heman demê de nêzî Fransayê ye li Europa-Parkê şewat derket.

Rayedarên parkê ragihandin ku şewat li odeya motorê derketiye.

Polîsê Offenburgê jî diyar kir di şewatê de 2 kes bi sivikî birîndar bûne û 25 hezar kes jî bê pirsgirêk hatine derxistin.

Hat destnîşankirin malbatên ji herêmên dûr jî li otêlan hatine bicihkirin.

Ji ber rewşa giran a şewatê gelek îtfaiye ji bo vemirandina agir çûne cihê şewatê û agir vemirandine.

Rayedaran dan zanîn ku Europa-Park dê sibê dîsa ji gel re vekirî be.

Back to top button