Fransa ji bo pêşîgirtina koçberiyê 28 mîlyon euro pêşniyarî Tûnisê kir

Wezîrê Fransa Dermanîn got: Erkê Tûnisê ne parastina perava ye, lê em ji bo kêmkirina pêla koçberiyê dixebitin.
Ji bo vê yekê jî 28 mîlyon euro pêşniyarî Tûnisê hatiye kirin.

Di nava demên dawiyê de, pêla koçberiya zêde ya ber bi welatên Yekîtiya Ewropayê ve, Brûksel tengav kiriye.

Ji bo ev yek çareser bibe, li rê û rêbazên cûda tê temaşkirin.

Di encama binavbûna botên ku koçberên neqanûnî diçûn Ewropayê yên li Derya Spî de, bi sedan kesan jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku Fransa ji bo tedbîran bigire wê bi 25,8 mîlyon Euroyî piştgirî bide Tûnisê.

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanin bi hempîşeyê xwe yê Alman re serdana Tûnisê kir.

Hate diyarkirin ku ji bo qeyikên koçberan li Deryaya Spî bisekinîn, dê 25,8 mîlyon euro bidin Tûnisê.

Hat destnîşankirin ku çavkaniyên aborî yên ku bên dayîn wê ji bo perwerdehî û piştgiriya amûran bên bikaranîn.

Ev mîqdar wê ji bilî 105 milyon euroyê ku Yekîtiya Ewropa daye Tûnisê be.

Tûnis: Em nabin parêzvanên sînorên Ewropa

Serokê Tûnisê Qeyîs Seîd got;

Welatê me wê nebe parêzvanê sînorê Ewropayê.

Li aliyê din, meha Sibatê bi taybetî ji bo koçberên Afrîkaya bin Sahrayê tedbîr girtin.

Wezîrê Fransî Darmanin got:

“Rola Tûnisê li vir ne parastina peravê ye, lê em dixebitin ku rêwîtiya koçberan kêm bikin.”

Fransa lîsteya kesên dixwazin vegerin radest Rêveberiya Tûnisê kir

Darmanin da zanîn ku Fransa lîsteya kesên dixwazin vegerin Tûnisê radestî rayedaran kiriye û Tûnisê jî ji bo welatiyên xwe, daxwaza hêsankirina vîzeyê kiriye.

Back to top button