Di dema lêgerîna bermahiyên Titanik de 5 kes winda bûn

Ewlekariya Peravê ya DYA ragihand ku dema keştiyek noqîvan ya 5 kes têde bûn ji bo lêgerînê xwe berda binê deryayê û pêde êdî agahî jê nayê girtin.

Şirketa taybet OceanGate Expeditions ji bo bermahiyên Tîtanîkê ji binê oqyanûsê derxîne xebatek dida meşandin.

Heîr dawî keştiyek noqîvan ya biçûk ku 5 endamên wê di nav de bû daket binê oqyanûsê.

Ewlehiya Peravê ya Amerîkayê têkildarî vê yêkê daxuyaniyek da.

Ewlehiya Peravê her çiqasî nasnameya kesên winda eşkerenekir jî lê windabûna wan 5 kesan piştrast kir.

Diyar kir ku piştî keştiya binê deryayê ber bi kavilên keştiya Tîtanîk dest bi noqbûnê kir bi qasî saetek û 45 deqîqeyan pêwendiya wan qut bû.

Ev bêtirî rojekê ye agahî ji keştiyê nayê girtin.

Balafirên çavdêriyê yên her du hêzên deryayî yên DYA û Kanada piştgirî didin xebatên lêgerîn û rizgarkirinê.

Mîlyarderê Brîtanî hardîng jî di keştiya winda de ye

Di nava 5 kesên keştiyê de, mîlardarek Brîtanî jî heye.

Malbata mîlyarderê Brîtanî Hamish Hardin piştrast kir ku ew li nava keştiya lêgerînê de ye.

Her wiha kesên din yên di keştiyê de jî kesên di asta rêveberên şirket û kesên naskirî de ne.

Gera Titanîk, ku diviyabû hefteya borî dest pê bikira û roja Pêncşemê biqede, îsal cara 5. bû pêk hat.

Bermahiyên Tîtanîk di kûrahiya 3800 metreyî de ye

Bermahiyên keştiya Tîtanîk li binê Okyanûsa Atlantîkê di kûrahiya 3 hezar û 800 metreyî de ye.

Bi qasî 600 kîlometre dûrî peravên Newfoundland a Kanadayê ye.

Tîtanîk, keştiya keştiyê ya herî mezin a dema xwe de bû.

Ev keştî 1912’an di sefera xwe ya yekem a ji Southamptona Îngilîstan, ber bi New York a DYA ve qeza kiribû.

Ji 2200 rêwî û xebatkaran herî kêm 1,500 mirin.

Bermahiyên Tîtanîk yên 1985’an ve hatin dîtin, ji wê rojê ve bi berfirehî tê lêkolînkirin.

Back to top button