Serokwezîrê Çînê li Almanyayê ye

Serokwezîrê Alman Olaf Scholz bi hempîşeyê xwe yê Çînê Li Qiang re li paytexta Almanya Berlînê civiya.

Serokwezîrê Çînê Li Qang, piştî ku di meha Adarê de dest bi wezîfeyê kir, yekem serdana xwe ya derveyî welat bo Almanay pêk anî.

Li bi Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier re hevdîtin kir:

Piştre jî bi Serokwezîr Olaf Scholz re hevdîtin kir.

Serokwezîr Li wê 7emîn Şêwira Navdewletî ya Çîn-Almanya bi Serokwezîr Scholz re bibe hevserok.

Di serdana xwe de, Li her weha wê beşdarî Foruma Hevkariya Aborî û Teknîkî ya Çîn-Almanya bibe, civînek maseya dor bi karsazên her du welatan re û bi nûnerên pîşesaziyê û derdorên karsaziya Alman re bicive.

Serokwezîrê Çîn Li Qang piştî Almanya wê serdana Fransa bike

Piştî Almanyayê Serokwezîr Li wê bi serdaneke fermî biçe Fransa.

Li wir jî wê beşdarî Civîna Bilind a Pakta Fînansa Nû ya Cîhanê ya ku li Parîsê bê lidarxistin bibe.

Back to top button