Bi agirê Newrozê re serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ geştir bû

Bi rast hatirna cejna Newrozê re Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî geştir bû.
Tevî hemû zext û gefên dewleta Îranê Serhildanê mohra xwe li Newrozê xist.
Bi hezaran kes li gelek bajaran daketin qadan agirê Newrozê pêxistin û li dijî desthilata Îranê dirûşme berz kirin.

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja Newrozê de jî deng veda.

Di cejna newrozê de serhildana ku di pêşengtiya jina kurd jîna emînî destpêkiribû di roja cejna netewî de jî mohra xwe li qada newrozê xist.

Duh li tevahî bajar û herêmên Rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hate pêxistin.

Gefên dewleta Îranê nekarî agirê Newrozê vemirîne

Li wir welatiyan guh nedan gefên dewleta Îranê û herikîn qadên Newrozê.

Bi gurbûna agirê Newrozê re serhildan jî geştir bû.

Di newrozê de reng û dengê jinên azad bilind bû

Di Newrozê de reng û dengê jinên azad bilind bû.

Li bajarên Sine, Mahabad, Pîranşar, Şino, Bokan, Seqiz, Dêwlan, Kamyaran, Ûrmiye û gelek herêmên din, agirê Newrozê hate pêxistin.

Li bajarê Seqiz bi sedan kes berê xwe dan goristanên kesên di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane.

Bi taybet bi sedan kes tevî malbata Jîna Emînî, çûn ser gora jina ciwan ya Kurd Jîna Emînî.

Jîna Emînî li ser gora xwe hate bibîranîn

Li wir Jîna Emînî li ser gora wê hate bîranîn û Newroz li hemû kesên di xwepêşandanan de hatine şehîdxistin, hate pîrozkirin.

Di merasîmê de sirûdên şoreşgerî, dirûşmeyên dijî desthilata Îranê hatin qêrîn û banga geşkirina serhildanê hate kirin.

Ciwanan nerazîbûna xwe nîşandan û peyama bilind kirina serhildanê dan.

Hêzên dewletê di roja Newrozê de jî êrişî gel kirin

Gorî agahiyên hatine belavkirin, li bajarên Sine, Dêwlan, Bokan û Seqizê hêzên Dewleta Îranê êrişî cihên Newrozê kirine û gelek kes birîndar bûne.

Tevî hemû êrişan jî welatiyan bi coşeke mezin cejna Newrozê pîroz kirin.

Back to top button