Bakurê Kurdistanê..Hejimara qurbaniyan 43 hezar kesî derbas kir

Li Bakurê kurdistanê bîlançoya erdhejê giran dibe.
Li gor rayedarên Tirkiyê jimara qurbaniyên erdhejê gihişt 43 hezar 556 kesî
Ji aliyê din desthilata Erdogan cihekarî dixe nav mexdûrên erdhejê heta niha ji gelek deveran re kon nehatiye şandin.
Serokê partiya komarê CHP kemal kiliçdaroglu diyar kir ku desthilat nikare ji mexdurên erdhejê re bibe bersiv.

Em ketin roja 18’an a erdhejê

Li Bakurê Kurdistanê her ku dem derbas dibe bîlançoya kesên jiyana xwe ji dest didin giran dibe.

Li gorî agahiyên herî dawî yên rayedarên Tirkiyê jimara qurbaniyên erdhejê 43 hezar kesî derbaskir.

Desthilata Tirkiyê cihekarî dixe nav mexdûrên erdhejê

Lê rewşa şêniyên10 bajarên Bakurê Kurdistanê ên ku ji erdhejê bandorbûne gelek zehmet bûye.

Hîn li gelek deveran alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê neçûye.

Gel bi derfetên xwe vê sermayê di kolanan de ne.

Rayedarên Tirkî ragihandin ku li 10 bajarên erdhejê 750 hezar avahî ji erdhejê bandor bûne û hilweşiyane.

Taybet xesara erdhejê yên bajarê weke Mereş, Dîlok, Semsûr, Meletî û Hateyê ji sedî 80’ê ye.

Li navçeya Defne a Hatay rakirina kavilan sekinî ye

Li navçeya Deftê ya Hatayê piştî erdheja di 20’ê sibatê de çêbû xebatên rakirina kavilan hat sekinandin.

Ne mimkin e mirov bikeve hin kolanan.

Hin welatî dibêjin ji roja erdhej çêbûye û heta niha mirovekî cesaret nekiriye û neçûye cenazeyek jî dernexistiye.

Kemal Kiliçdaroglu: Desthilat ji daxwazên gel re nabe bersiv

Serokê Partiya Komarî-CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jî balkişand li ser pirsgirêka kon û got:

“Niha pirsgirêka sereke ya mexdûrên erdhejê nebûna kon e.

Dewlet îro 17 roje nikare pirsgirêka kon çareser bike. ev rastiya desthilatê nîşanê me dide”

Back to top button