LI MALA POLÎSAN A ÎDIRÊ YA 38 ODEYÎ 374 HILBIJÊR QEYD KIRIN

Beriya hilbijartina herêmî lîstik û hîleyên AKP’ê li dijî pîvanên hilbijartinê roj bi roj derdikevin holê.

Li Sêrt, Şirnex, Riha; Îdirê û Nîgdeyê li ser navnîşanekê bi sedan hilbijêr hatin qeydkirin.

Di pergala Kontrola Navnîşana Malan ya ku Saziya Hilbijartina Bilind derket holê ku li Mala Polîsan a li Navçeya Navendî ya Îdirê 374 hilbijêr hatine qeydkirin.

Di pergalê de hat dîtin ku piraniya hilbijeran mêrê temenê wan di ser 25 salî re ne.

Di pergalê de ji hilbijêran tenê 7 kes li ser nifûsa Îdirê qeydkirî ne.

Kesên hatine qeydkirin piranî temenê wan 29-45 salî ne.

Piştî Saziya Hilbijartina Bilind lîsteya hilbijêran li muxtariyetan di navbera 4-17’ê çile de daliqandin û derket holê ku li ser xaneyekê hêjmarên zêde hilbijêr hatine qeydkirin, nûnerên partiyan serî li Saziya Hilbijartina Bilind dan.

Leave a Reply

Back to top button