ARTÊŞA TIRK 160 MALÊN TAXA EŞREFIYÊ DESTESER KIR

Dizî û talanî li Efrînê hîn didome.

Artêşa Tirk a dagirker vê carê 160 mal li Efrînê desteser kir.

Malpera Belgekirina Binpêkirinên Bakurê Sûrî ragihand ku artêşa Tirk a dagirker dest danî ser 160 malên ku li taxa Eşrefîya- kolana Vêlat in.

Li gorî agahiyan, artêş û çeteyan şênî ji malên wan derxist û kolan bi tîlan dorpêç kir û veguherand qaşo rêbendeke kontrolê.

Artêşê hejmareke sekvan li ser avahiyên derdorê jî belav kir û 3 tank weke baregeheke leşkerî di hindirê bajêr de bi cih kir.

Leave a Reply

Back to top button