16’Ê ÇILEYÊ LI STRASBOURGÊ ÇALAKIYA GIRSEYÎ TÊ LIDARXISTIN

Kurdistaniyên li Ewrûpayê ji bo balê bikşînin ser tecrîdkirina Rêber Ocalan, 16’ê Çile wê li Strasburgê çalakiyeke girseyî lidar bixin.

Xwepêşandana li pêşiya avahiya Parlamentoya Ewrûpayê bi tevlîbûna çalakgerên greva birçîbûnê pêk were.

Piştî hevdîtina 12’ê Çile a li Îmraliyê, çalakgerên greva birçîbûnê ragihandin ku heta tecrîd bi temamî were şikandin ew ê berxwedana xwe dewam bikin.

Di vê navberê de çalakiya greva birçîbûnê ya parlementer Leyla Guven derbasî roja xwe ya 68’an bû.

Kurdistaniyên li Ewrûpayê ji bo balê bikişînin ser daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê, wê roja 16’ê Çile tevî dostên xwe li Strasboûrgê kom bibin..

Çalakî wê li pêşiya avahiya Parlementoya Ewrûpayê pêk were.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpa bi daxuyaniyekê xemsariya saziyên navneteweyî ya li hemberî tecrîdê şermezar kir û ji Kurdistaniyan xwest ku bi girseyî beşdarî çalakiya 16’ê Çile bibin.

Leave a Reply

Back to top button