Piştî erdhejê hejmara malbatên hatine Şehbayê zêdetir bû

Piştî erdheja 6`ê Sibatê 3 hezar malbatan ji taxên Helebê berê xwe da kantonên Efrîn û Şehbayê .
Li gel zêdebûna hejmara malbatan , Komîteya Firinan rojane 2 hezar tûrik nan zêdetir çêdike.

Girêdayî mijarê endamê Komîteya Firinan Mihemed El Ehmed axivî..

Mihemed El Ehmed diyar kir ku piştî erdhejê, bi hezaran malbatan xwe spart kantona Şehbayê û got:

“Tevî rewşa jiyanî ya dijwar û dorpêçê, koçberên Efrînê deriyên konên xwe ji wan re vekirin.”

Ji ber vê rewşê Komîteya Firinan hilberîna li firinan zêde kir.

Bi rêya komînan, zêdetirî 55 hezar tûrik nan li şêniyan belav dike.”

Berê 7 firin li kantonê hebûn lê niha tenê 5 firin li kantona Şehbayê rojane 16 saetan kar dikin.

El Ehmed bang li aliyên têkildar kir ku deriyên mirovî vekin ji bo ku madeyên pêwîst derbasî herêmê bibin ..

Back to top button