Hesabê Youtube yê Ronahî TV jî di nav de li Tirkiyê 340 navnîşanên url ê internetê hatin girtin

Komîteya Parastina Rojnamevanan(CPJ), bang li dewleta Tirk kir ku xebatkarên çapemeniyê hew bi “terorîzmê” sûcdar bike û rojnamevanên girtî berde.
Her wiha hesabê televîzyona me yê youtube jî di nav de Dewleta Tirk 340 hesabên internetê yên rojnamevan, kesayetên muxalîf û televîzyon, Ajans hatin girtin.

Dewleta Tirk zext û qedexeya li dijî hesabê kesayetên muxalîf û ragihandina muxalîf jî didomîne.

Îro hate ragihandin ku li Tirkiyê hesabê youtubê yê televîzyona me jî di nav de 340 navnîşanên Twitter û telegramê hatin astengkirin.

Hate ragihandin ku ev qedexe li ser daxwaza Midûriyeta Giştî ya Polîsan, Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 4’an a Enqereyê pêkhatiye.

Di dema erdhejê de nûçegîhana JINNEWS’ê Sema Çaglak û nûçegîhanê MA’yê Mahmût Altintaş ên li Rihayê hatin binçavkirin.

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê bi van qedexeyan dixwaze gel rastiya têkçûna wan agahdar nebin.

Back to top button