Dayikên Gerîla: Soza me heta dawiyê têkoşîne

Dayîkên Gerîla yên bajarê Qamişlo êrîşên dewleta Tirk li ser çiyayên Kurdistanê şermezar kirin .
Dayîkan got, li çiyayên Kurdistanê Gêrîla berxwedana rûmetê dinexişînin.

Menîce Hayder derbarê berxwedana Gêrîlayên azadiyê de nêrîna xwe wiha anî ziman:

Berxwedana ku îro li Çiyayên Kurdistanê tê meşandin, berxwedana rûmetê ye.

Serkeftinên ku îro zarokên me bidest dixin cihê şehnaziyê ye ji bo me.

Em bi wan serbilindin.

Menîce piştrast kir ku îro Gêrîlayên azadiyê bi rihê fikirê azad yê Rêber Apo Kurdistanê diparêzin.

Cîhan Gulo yek ji dayikên Gêrîlayên azadiyê ye got:

“Ez weke dayika du Gêrîlayan bi zarokên xwe serbilindim.

Doza me jî em Kurdistaneke azad bijîn.

Heya dawiyê em bi ked, rih û têkoşîna xwe bi zarokên xwe rene.”

Leyla Keleş jî tekez kir ku soza me heya dawiyê têkoşîn e..

Back to top button