Sekreterê giştî yê Partiya Guhartin û Ronesansê Mistefa Qelecî tecrîda li dijî rêber Apo şermezar kir.
Mistefa diyar kir ku tecrîd binpêkirina peymanên navneteweyî û qanûnên têkildarî azadiya giştî û azadiya siyasî ye.
Mistefa Qelecî anî ziman ku fikrê rêber Apo dê herêm biguherta ji bo wê jî hewl didin ku fikrê wî belav nebe.
Qelecî helwesta Partiya Guhartin û Ronesansê ya Sûriyeyê li hember girtina Rêber Abdullah Ocalan nîşan da û got:
”Em vê reftara hov a ji aliyên dewleta Tirk a dagirker ve şermezar dikin.
Em hewl didin di hemû çalakiyên têkildarî banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de hebin.”