LI AMEDÊ POLÎSAN 25 AKTIVÎSTÊN TJA BINÇAV KIRIN

Çalakiyên gerva birçîbûnê li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan li her derî belav dibin.

Li Amed , Êlihê û Wanê aktivîstên Tevgera Jinên Azad dest bi grava birçîbûnê kiribûn, lê polîsên Tirkiyê êrîşê aktivîstan kirin û herî kêm 64 jin binçav kirin.

Tevgera Jinên Azad TJA’ê daxuyanî dan û diyar kirin ku eger tecrîd girantir bibe azadî û demokrasî li Tirkiyê ne pêkane.

Li Amedê aktivîstên Tevgera Jinên Azad TJA’yê li avahiya HDP’ê greva birçîbûnê ya 3 rojan dan despêkirin.

Di çalakiya grevê de 22 aktivîstên TJA yê tevlî çalakiyê bûn.

Piştî nûnerên TJA dest bi çalakiyê kirin, polîsan bi erebeyên ku avê direşînin û wesayitên zirxî dora avahiya HDP’ê dorpêç kirin.

Polîsan piştî ketin û derketin li endam û rêveberen qedexe kir bi ser avahiya HDP’ê ya Amedê de girtin.

Di dema serdegirtinê de çalakgeran siloganên ‘Zext nikarin bi me’ berz kirin.

Polîsan herî kêm 25 jin binçav kirin.

Kesên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê.

HEVSEROKA AMEDÊ YA DBP’Ê: EV WIJDANEKÎ ÇAWA YE !

Piştî binçavkirina jinan, endamên TJA’yê daxuyaniya çapemeniyê da.

Hevseroka Bajêr a Amedê ya DBP’ê Naşîde Toprak diyar kir ku dayîka 80 salî hatiye binçavkirin û got:

“Nehiştine ku dayîk sola xwe jî têxê lingê xwe.

Ev wijdanekî çawa ye?

LI ÊLIHÊ POLÎSAN 28 AKTIVÎSTÊN TJA BINÇAV KIRIN

Her wiha Li Êlihê jinên TJA’yî ku ji bo destekê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Piştî Amedê polîsan avêt ser çalakiya jinên TJA’yî ya li avahiya HDP’a Êlihê jî.

Di avêtina ser çalakiyê de herî kêm 28 kes hatin binçavkirin û ew birin emniyeta Êlihê

LI WANÊ 14 DAYIKÊN AŞTIYÊ Û AKTÎVÎSTÊN TJA’YÊ HATIN BINÇAVKIRIN

Her wiha li Wanê jî aktîvîstên TJA’yê û Dayikên Aştiyê bi armanca piştgiriya çalakiya Guven duh li avahiya HDP’a Wanê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn.

Polîsan bi ser rêxistina avahiya HDP’a Wanê de girt.

14 jinên ji Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA’yê pêk dihatin binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Wanê.

Leave a Reply

Back to top button