Li herêmê coşa nêzîkbûna Roja Jinan a Cîhanê

Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çalakiyên curbecur têne lidarxistin.
Belê li Kantona Cizîr, Firat, Tebqa û bajarê Helebê çalakî hebûn.
Di van çalakyan de, meş, semîner, şahî û daxuyanî pêk hatin.
Her wiha ji bo girîngiya rojê dar jî hatin çandin.

Bi vê coş û kelecanê jinên li Amûdê daketin qadan.

Bi sedan jin beşdarî meşê bûn.

Li navçeya Tirbespiyê û Çilaxa jî jin serdana bendên kontrolê kirin û gul, şêranî li wan belav kirin.

Pişt re dar hatin çandin.

Her wiha li Hesekê jî bi boneya rojê Kongra Star şahiyek lidar xist.

Li Kobanê jî bi heman armancê meşeke girseyî hate lidarxistin.

Di meşê de soza domandina rêya şehîdan heta serkeftinê hate dayîn.

Dîsa li Kobanê derbarê 8’ê Adarê û siyasetên qirkirin û înkarê yên li dijî jinan û têkoşîna wan li hember vê yekê semînerek hate dayîn.

Li Minbicê jî bi boneya 8’ê Adarê şahiyek hate lidarxistin.

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê jî daxuyaniyek da û got:

“Hebûna me li vir misogeriya berxwedan û lehengiya jinê li hember her cure tudnî û êrişan e.”

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê jî li Helebê çalakiyek bi boneya 8’ê Adarê li darxist.

Di çalakiyê de jin li hev kom bûn û tiştên kevn û bidestan hatin çêkirin nîşandin û li ser şîrove hatin kirin.

Li Ewropayê pîrozbahiyê 8’ê Adarê didomin

Back to top button