Hemdan El-Ebid: Armanca şandina çeteyên Sûriyê ji Efxanistanê re tunekirina wan e

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid diyar kir ku dewleta Tirk ji şandina çeteyên Sûriyê ber bi Efxanistanê ve ne tenê parastina balafirgeha Kabulê armanc dike, lê belê armanc razîkirina Amerîkayê û tunekirina çeteyan e.

Çîroka şandina çeteyên Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve ber bi welatên cûda ve, hîna bi dawî nebûye..

Piştî Lîbya, Azerbeycan û Somaliyayê, vê carê dewleta Tirk amadekariya şandina 2 hezar û 600 çeteyên sûrî ber bi Efxanistanê ve dike.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid anî ziman “Dewleta Tirk çeteyên Sûriyê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar tîne. Berê wan da Lîbya, Somaliya û Qerebaxê, niha jî amadekariyan dike ku wan bişîne Efganistanê.”

El-Ebid eşkere kir “Piştî ku binketina planên dewleta Tirk ên Ixwanî, hewl da sûdê ji çeteyên sûrî bigire û wan weke kaxizeke zextê li dijî civaka Ewropî bi kar bîne.”

El-Ebid desnîşan kir ku dewleta Tirk ji şandina çeteyên Sûrî ne tenê parastina balafirgeha Kabulê armanc dike, lê belê dixwaze di aliyê siyasî de li wê herêmê qezenc bike û çeteyên Sûrî tune bike.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid dawiyê tekez kir “Dewleta Tirk armanc dike hegomoya xwe fireh bike, ji ber wê destwerdana gelek herêman dike.”

Back to top button