Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Ednan Kalo diyar kir ku tişta ku dihêle Şoreşa Rojava ji şoreşên din cuda be, ew e ku şoreşa gel û jinan e .”
Derbarê mijar ê Ednan Kalo axivî û wiha got:
“Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku li Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir xewnên her ferdekê/î azad bi cih anîn.
Şoreşa Rojava berovajî şoreşa bi navê Buhara Ereban e ku li Sûriyê 2011`an dest pê kir.
Şoreşa Rojava li ser bingeha cihêwaziya pêkhateyên li herêmê hate avakirin ku maf, çand û dîroka her pêkhateyekê diparêze û her pêkhateyên din qebûl dike.”
Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Ednan Kalo di dawiyê de bang li tevahiya pêkhateyên Rojava kir ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û pêşxistina wê bixebitin.