Gerîla li Zapê balafirek bê mirov a bi çek xist

Gerîla li herêma Zapê derbekî giran li dagirkeriya Tirk xist û balafira bi çek a bê mirov ya cûreya bi tîpa TB2 Bayraktar xist.

Di 25 rojên destpêkê yên êrişên dagirkeriyê de ku şer lê giran bû, SÎHA’yeke bi tîpa Bayraktar TB2 ji aliyê gerîla ve hate xistin.

Li gorî agahiyan, balafira keşfê 21’ê Gulanê li herêma Zêbarî ya navçeya Akrê hate xistin.

Herêma qalkirî qadeke çiyayî ye ku di navbera herêma Kurojehro ya Zapê û qada Heft Tebax a Garê de ye.

Yek ji balafirên bêmirov ên biçek SÎHA ya bi tîpa TB2 Bayraktar ji aliyê hêzên gerîla ve bi rêbazeke cuda hate xistin.

Gerîla ji ber sedemên ewlekariyê eşkere nakin ku bi kîjan rêbazê ev balafira keşfê xistine.

Ev balafira ku ji aliyê şîrketa zavayê Erdogan ve tê çêkirin, ji sala 2015’an û vir ve di şerê dijî Kurdan de gelekî tê bikaranîn.

Back to top button