Konsulxaneya Îtalyayê li Hewlêrê pêşwazî li Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî kir.
Piştgiriya xwe ji bo diyaloga li Sûriyê û misogerkirina mafên hemû civakên wê anî ziman.
Rûpela fermî ya konsulxaneyê li ser platforma X’ê, wêneyê Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, bi Konsul û endamên mîsyona dîplomatîk parve kir û nivîsand:
Ez kêfxweş im ku pêşwaziya Fermandarê Kurdên Rojava li Sûriyê, Fermandar Mazlûm Ebdî dikim.
Îtalya piştgiriyê dide diyaloga berdewam a ji bo Sûriyeke demokratîk, aram û yekgirtî, da ku mafên hemû komên etnîkî û olî, bi tevahî werin naskirin û rêzgirtin.



