Divê biryara girtina dergeha Til Koçer careke din di ber çavan re were derbaskirin

Ji ber girtina dergeha Til Koçer bandoreke mezin li ser herêmê bi giştî dike, li dijî girtina wê bertek û nerazîbûn jî her hene. Îbrahîm El-Mihemed ku Hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Tebqayê ye tekez kir” Divê careke din biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY der barê girtina dergeha Til Koçer di ber çavan re were derbaskirin û van dergehên mirovî ji siyasetê û berjewendiyên derve dûr bixin. 

Tevî hemû bang û xwestekên vekririna dergeha Til Koçerê, dîsa jî dergeh girtî hiştin û berjewendiyên xwe bi ser jiyana bi melyonan mirovî parastin.

9`ê Tîrmehê Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dbiryara girtina dergeha Til Koçer li pêşiya alîkariyên mirovî dirêj kir.

Li beramberî wê, vekirina dergeha Bab El-Hewa yê di bin serweriya çeteyên dewleta Tirk de ye, erê kir.

Hevserokê Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Demorkatîk a Tebqayê Îbrahîm El-Mihemed der barê vê biryarê de nirxandin kir.

Îbrahîm El-Mihemed anî ziman “Dergeha Til Koçer ji ber çavkaniya sereke ya aboriya herêmê bû û deriyê sereke yê derbasbûna alîkariya mirovî ji herêmên Rêveberiya Xweser re, giring bû.”

Îbrahîm El-Mihemed eşkere kir “Dewleta Tirk dergehên berê ji bo derbasbûna çeteyên DAIŞ’ê ji Sûriyê re bi kar tanîn û îro jî heman dergehan ji bo xwe bi kar tîne..”

Ji ber ku ev siyaseta girtina dergehan niha ziyanê digihîne 5 milyon kesî Îbrahîm El-Mihemed bang li rêxistinên mirovî, Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û DYA`yê kir ku careke din biryara girtina dergeha Til Koçer, di ber çavan re derbas bikin.

Back to top button