Li Ewropayê pîrozbahiyê 8’ê Adarê didomin

Li Ewropayê jî bi pêşengtiya tevgerên jinan yên kurd gelek çalakiyên pîrozbahiya 8’ê Adarê roja jinan a Cîhanî tên li darxistin. Di çalakiyên îsal de jî jin dibêjin, Azadiya Rêber Apo, azadiya jinan e! Têkoşîna me ya bi pêşengiya jinan wê dawî li pergala êşkenceya 25 salan bîne.”

Ji 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî re 4 roj mane.

Tevgerên jinan yên Ewropayê lez dane çalakiyên xwe.

Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) di bin dirûşmeya “Zayendperestî dikuje, têkoşîn dide jiyîn” konferansek li Baselê li darxist.

Di konferasnê de hat gotin, Jin qada herî mezin a îstîsmarê tê dîtin.

Qirkirina zayendî ya yekem û duyemîn bû sedem ku serdestiya li ser civakê çêbibe û kûr bibe.

Her wiha di konferansê de hat diyar kirin ku azadiya rêber Apo yek ji armancên wan yên serke ne.

Li bajarê Kassel û Stûttgart ê Elmanyayê jî jin bi boneya 8’ê Adarê li hev civiyan, nirxandin û niqaş kirin.

Jinan di civînê de bal kişandin ser têkoşîna li dijî tundî, şer, xizanî û îstîsmara ked.

Di civînê de biryar hat girtin ku li hemberî pergala ku herî zêde êrîşî rêxistinbûyîna jinan dike li Kasselê komuna jina bê avakirin.

Di dawiyê de 8’ê bi gerandina govendê hat pîrozkirin.

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê panelek hat lidarxistin.

Di panelê de bal hat kişandin ser têkoşîna jinan, dîroka 8’ê û giringiya rojê hat nirxandin.

Panel bi gotina stran, gerandina govendê û dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

Her wiha Meclîsa Jinan a Amara ku li paytexta Swêdê Stockholmê xebatên xwe dimeşîne, ji bo 8’ê Adarê bernameyeke taybet a jinan amade kir.

Bi dirûşmeya “Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin” şevek bi coş a jinan hate lidarxistin.

Di çalakiyê de 8’ê Adarê hat pîrozkirin û wiha hat gotin:

Em 8’ê Adarê di bin siya şer û komkujiyên li ser jinan de û bi têkoşîna jinê ku weke rojê li hember vê siyê bilind dibe, pêşwazî dikin.

Em ê îsal jî careke din bêjin Azadiya Rêber Apo, azadiya jinan e! Têkoşîna me ya bi pêşengiya jinan wê dawî li pergala êşkenceya 25 salan bîne.”

Meclîsa Jinan a Amarayê di navbera 4-10’ê Adarê de rêze çalakiyên weke “hevdîtina jinan, fîlm, meş-mîting, panel, taştê û pêşandana şanoyê” li dar bixe.

Li Mexmûrê şanoyek li ser 8’ê Adarê hat pêşandan

Back to top button