Hestên Seyîd Evran di rojnivîska mala Rêber Apo ya Kobanê de

Îro reşnîvîsa şehîd Seyîd Evran ya ku dema derbasî Rojava bû, gihêşt ber destê me. Me xwest ev nivîsa kurt û lê tijî wate bi hezkiriyên Seyîd Evran re parve bikin.

Şoreşgerê Mezin Şehîd Seyîd Evran bi sedan berhem li pêy xwe hiştin.

Bi taybetî li her cihekî Rojava mirov rastî nexş û şopên heval Seyîd tê.

Îro reşnivîsek bîranînê a ji bo Rêber Apo nivîsandiye ket dest me, nivîs bi xwe kurt e, lê her peyveke wê xwedî wateyeke girîng e.

Ev nivîs ji aliyê nûçegihan, hevkarên me yên Kobanê de gihîşt destê me.

Nivîs, di rojnivîska bîranînan a mala li gundê Elpelorê ku dema Rêber Apo derbasî Rojava bû, lê maye û îro weke mûzexaneyeke ji aliyê gel ve tê qebûlkirin e hatiye girtin.

Dema heval Seyîd Evran beriya saleke serdana vê malê dike dinivisîne. Li hemberî dîrok û rola ku wê malê li xwe bar kiriye hestên xwe tîne ziman bi gotina wî kêfxweşiya xwe ya kelegirî tîne ziman.

Vaye van gotinên bi wate em ji we re parve dikin:

“Bawerim jiyankirina hestên nayen pênasekirin bi vî rengî ne.

Ger me beriya vê 43 salan bigota li Rojava, Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û Çar parçeyên Kurdistanê di nava şoreşê de wê şoreş were jiyan kirin ti kesî bawer nedikir.

Wê bigotana ev dîn bûne.

Vaye beriya 43 salan hîmên şoreşê li vê malê hatin avêtin.

Yek ji cihên ku dema Rêber Apo derbasî Kobanê bû û gav bi gav ev şoreş honand, ev mal e.

Jiyankirina hestên nayen pênasekirin û mirov bi kêfxweşî kelegirî dikin ev in.”

Silav/Seyît Evran/17.01.2022

Back to top button