
Pêr komên çete yên girêdayî rêjîma Sûriyê êrişî navçeya Zîbanê a Dêraozêr ya di bin kontrola QSD’ê de kirin.
Hêzên QSD’ê bersiva êrişan û çete ji Zîbanê derxistin.
Di şer de 20 çete hatin kuştin û 31 jî birîndar bûn. QSD’ê nasnameyên 3 şervanên ku di şer de şehîd bûn jî eşkere kir.
Pêr komên çete yên girêdayî rêjîma Sûriyê ji çemê Firatê derbas bûn û êrişî navçeya Zîbanê ya Dêrazorê kirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Domkratîk QSD’ê li ser mijarê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya de wiha hate gotin:
“QSD′ê di saetên şeva berê de çeteyên rejîma Şamê yên ji bajarê Meyadînê yê li rojavayê çemê Firatê ketine bajarokê Zîbanê, derxistin.
Di encama wê de di navbera hêzên me û çeteyan şer derket.
Çeteyan malên welatiyan û mizgeftên bajarok ji bo xweparastin û veşartinê bi kar dianîn.
Di şer de, 20 çete hatin kuştin û 31 jî birîndar bûn.
Çeteyan ew rakirin nexweşxaneyên Meyadîn û aliyê Dêrazorê yê di bin kontrola rejîmê de.”
QSD’ê da zanîn ku di bersivdana êrişa terorîst de 4 şervanên wan şehîd bûn.
QSD’ê balkişand li ser desteka rêjmê ji bo çeteyên êrişkar û wiha got:
Hêzên rejîmê piştgirî da çeteyan, bi top û moşekan û çekên giran ew parastin ku êrişê pêk bînin.
Gelek moşek li malên welatiyan û sûka bajêr ketin, di encamê de welatiyek şehîd bû û gelek jî birîndar bûn.
Her wiha saziyên xizmetguzariyê ji hêla çeteyan ve hatin dizîn û talankirin.”
QSD’ê diyar kir ku wan tedbîrên ewlehî ên pêwîst yên ji bo ewlehî û aramiyê li herêmê girtin û nehiştin çete di êrişên xwe yên terorîst de bi ser malan de bigirin û ew derxistin.
QSD di dawiyê de diyar kir ku bi hevkariya şêniyên herêmê ew ê li hember êrişên çeteyên rejîmê bisekinin û hewldanên wan ên derbkirina ewlehî û aramiyê têk bibin.