CIWAN EFRÎN: EM Ê HEYA RIZGARKIRINA EFRÎNÊ ÇALAKIYÊN XWE BIDOMÎNIN

Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, êdî Berxwedana Serdemê, derbasî qonaxeke nû bû û weke qonaxa duyemîn hat binavkirin. Serkêşiya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê jî Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) dike. HRE piştî dagirkirina Efrînê avabûna xwe ragihand û dest bi çalakiyên xwe yên bibandor kirin. Derbarê qonaxa nû ya Berxwedana Serdemê û rewşa dawî li Efrînê, Endamê fermandariya HRE’ê Ciwan Efrîn axivî. Ciwan Efrîn got ku wê çalakiyên wan heya rizgarkirina Efrînê bidomin. 

Piştî dagirkirina wê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, êdî Berxwedana li Efrînê ku weke Berxwedana Serdemê hat binavkirin, derbasî qonaxeke nû bû.

Di vê der barê de û tekildarî rewşa dawî ya li Efrînê, endamê fermandariya HRE’ê Ciwan Efrîn ji ajansa Hawarê yê re axivî.

Ciwan Efrîn destnîşan kir ku Efrîn warekî aram û pir-netew bû, lê êrîşa dewleta Tirk a dagirker, şêniyên Efrînê bi darê zorê ji herêmê derxist, ew aramî hat xirabkirin û di encamê de Efrîneke li gorî siyaseta dewleta tirk hat avakirin.

 

CIWAN EFRÎN: HRE BI ARMANCA RIZGARKIRNA EFRÎNÊ AVA BÛ

Li beranberî vê rewşê, Ciwan Efrîn armanca damezrandina HRE nirxand û wiha got:

“HRE bi armanca rizgarkirina Efrînê ava bû.

Ciwanên Efrîn, Bab, Cerablûs, Ezaz ,Marê û Şehbayê ji bo derxistina dewleta Tirk HRE ragihand”.

 

CIWAN EFRÎN: DEWLETA TIRK LI SER SÎNOR KOMÊN ÇETE YÊN TIRKMEN BI CIH DIKE

Der barê rewşa dawî li Efrînê jî endamê fermandariya HRE wiha anî ziman:

“Efrîn ku warê jiyana hevbeş bû, niha bûye warê perwerdekirin û bicihkirina çeteyan”.

Dewleta Tirk hewl dide bi riya ol dagirkirina xwe rewa bike, lewre li Efrînê tenê mizgeftan ava dike.

Der barê guhartina demografî de jî fermandarê HRE got:

“Bi armanca Tirkkirina herêmê, dewleta Tirk li herêmên li ser sînor tenê komên çete yên Tirkmen bi cih dike”.

CIWAN EFRÎN: VÎN Û HÊZA RÊJÎMA SÛRÎ JI BO PARASTINA XAKA XWE NEMAYE

Ciwan Efrîn xuya kir ku tevî ku Efrîn parçeyek ji xaka Sûrî ye, lê vîn û hêza rejîma Sûrî ji bo parastina axa Sûriyê nemaye.

 

CIWAN EFRÎN: ARMANCA ME YA SEREKE RIZGARKIRINA EFRÎNÊ YE

Fermandarê HRE, Ciwan Efrîn nirxandina xwe wiha bi dawî kir:

“Li dijî kiryarên dewleta Tirk armanca me ya sereke rizgarkirina Efrînê ye, wê çalakiyên me jî mezintir bibin.

Em dixwazin ku ciwanên li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, beşdarî HRE bibin”.

Ciwan Efrîn teqez kir ku heya rizgarkirina Efrînê û vegera şêniyên wê, wê têkoşîna me berdewam bike.

Leave a Reply

Back to top button