Revendina sivîlan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagiker ve didome.
Vê carê çeteyên Lîwa Sûltan Silêman Şah ku bi MÎTa Tirk ve girêdayî ye li gundê Çeqelê Ortê yê Şiyê hejmarek ji sivîlan revandin.
Navê hin Kesên hatine revandin wiha ye:
Elî Seyîd Xilo-link
Mihemed Bêrem Hemo
Ehmed Bêrem Hemo
Selam Ehmed Elî
Û hevjîna Mihemed Mihemed Izo.
Heta niha jî agahî der barê van kesan de nehatine girtin.
Li Bilbilê jî çeteyên dagirkeriya Tirk duh 5 sivîl revandin.
Çavkaniyên li herêmê diyar kirin ku ew 5 sivîl ji gundê Qestelê Xidriya yê Bilbilê hatin revandin û ber bi cihekî ne diyar ve hatin birin.
Navên hatine revandin jî ev in:
– Abdullrehman Remedan
– Semîr Bekir
– Izet Hiso
– Besêl Hiso
– Welîd Mihemed Reşîd