Li Kanada Ji ber germahiya zêde di nava 6 rojan de 233 kes mirin

Germahiya zêde ya li Kanada dawî li jiyana bi sedan kesî anî.
Ji ber pileya germahiyê gihişt 49.5’an ji 25’ê Hezîranê ve 233 kes mirin.

Polîsên federal ên Kanadayê û polîsê Vancoûverê daxuyanî dan û diyarkirin ji roja Înê û heta niha li bajarên Kanadayê herî kêm 134 kes ji nişka ve mirine.

Berdevkê polîsên Vancoûverê Steve Addîson got

“Li herêma Vancoûverê heta niha germahiyeke wisa nehatiye dîtin û mixabin bi dehan kes mirine.”

Tîmenê tipa edlî diyar kirin ji dawiya hefteyê û heta niha gelek kes mirine û germahiya zêde jî bandor li vê yekê kiriye.

Ji Înê heta Duşemê li herêmê 233 mirin hatin qeydkirin.

Di demên normal de, di wê serdemê de 130 kes dimirin.

Li gundê Lytton ê bakurê rojhilatê Vancoûverê jî sê rojan germahî 49.5 derece bû.

Back to top button