Dewleta Tirk a dagirker bi dronên bi çek derdora Kampa Serdeşt ya li Çiyayê Şengalê bombebaran kir.
Ev êrîş nêzî 20 metre durî kampa koçberan a Şehîd Nazê pêk hat.
Têkildarî encama êrîşê de agahiyên berfireh bi dest neketin.
TAJÊ: Bi êrîşa em natirsin û cihwarên xwe naterikînin
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kir û anî ziman “PDK jî van êrîşan destek dike.” û bang li rayedarên Iraqê kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin.
Her wiha şahîdekî li ser bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî Şengalê diyar ir ku dewleta Tirk ji bo derxistina tevliheviyê li Şengalê erebeyeke sivîlan kir armanc.