Dagirkeran bi çekên giran êrişî gundên Eyn Îsa kirin

Êrişên dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên yên li ser herêmê bê navber dewam dikin. Dagirkeran vê êvarê careke din êrişî Eyn Îsayê kirin.

Hat ragihandin dagirkeran di saetên êvarê de êrişî gundê Seyda û gundê Mielek, kampa Eyn Îsa û rêya M4 yên bi ser navçeya Eyn Îsayê kirin.

Hat diyarkirn dagirkeran di van êrişên xwe de çekên giran bikaranîne.

Derbarê encamên êrişan de agahî nehatin bi dest xistin.

Ji Şehba heta Eyn Îsa û Til Temirê dagirker rojane êrişan pêk tînin. Ji ber van êrişan welatî şehîd û birîndar dibin, her wiha ziyan li mal û milkên welatiyan dibe.

Back to top button