Hisên Selmo: Dewleta Tirk bi êrişan dixwaze gel bide koçberkirin û dagirkeriyê berfereh bike

Êrişên Tirkiyê û çeteyên wê li ser herêmê dema dawî zêde bûne.
Hisên Selmo Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê anî ziman dewleta tirk bi zêdekirina êrişan dixwaze gel bide koçberkirin û dagirkeriyeke nû pêk bîne.
Hisên Selmo tekez kir ew ê heta dawî gel û axa xwe biparêzin.

Ji destpêka mehê ve, Dewleta dagirker êrişên xwe li ser herêmê zêdetir kirine û amadekariya dagirkeriyeke nû dike.

Têkildarî van êrişan Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hisên Selmo ji ajansa Hawarê re axivî.

Hisên Selmo diyar kir ku dewleta Tirk bi zêdekirina êrişên xwe armanc dike vîna gel bişkîne û wan bide koçberkirin.

Hisên Selmo: Hebûna gel li ser axa xwe nîşaneya têkçûna dewleta Tirk e

Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê da zanîn ku gel di ferqa planên dewleta Tirk de ye, tevî ku rojane mal û gundên wan tên topbarankirin jî axa xwe bernade û li ber xwe dide.

Hisên Selmo: Dewleta Tirk ji bo dagirkeriye nû li benda şewqa kesk e

Hisen Selma destnîşan kir ku niha dewleta Tirk di nava hewildan û danustandinên dîplomatîk de ye da ku dagirkeriyeke nû pêk bîne.

Hisên Selmo: Em ê bi hevkariya gelê xwe heta dawî axa xwe biparêzin

Dawiya axaftina xwe Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê tekez kir ew ê gel û axa xwe biparêzin û amadekariyê wan hene.

Back to top button