Cenazeyê Huseyîn Arasan wê Qendîlê bê veşartin

9’ê Hezîranê li Silêmaniyê ji aliyê MÎT’a Tirk ve êrişek çekdarî pêk hat.
Di encamê de endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan şehîd bû.
Cenazeyê Arasan bi merasîmekê ber bi Qendîlê ve tê şandin.

Cenazeyê Huseyîn Arasan ji Morga Saziya Tiba Edlî hate girtin.

Ji bo merasîmê birin Mizgefta Ehmedî Hacî Elî.

Piştî karwanê şehîd gihişt mizgeftê li wir merasîmek hate lidarxistin.

Bi navê komeleyê Mûsa Xalid daxuyanî da.

Mûsa Xalid bal kişand ser terora dewleta Tirk û got:

“Divê demildest kujer bên dîtin û hesab jê bê xwestin.”

Piştre jî ser navê KNK’ê Dr. Şêrko Heme Emîn axivî êrîş şermezar kir.

Şêrko Emîn bang li NY kir ku kujeran diyar bikin.

Cenazeyê şehîd bi karwanekê ber bi Qendîlê hate birêkirin.

Back to top button