Balefirên Tirk derdora gundekî Zaxoyê bombebaran kirin

Balafirên şer yên dewleta Tirk êrîşek bir ser gundekê li Zaxoya Başûrê Kurdistanê.

Îro di saetên piştî nîvro de, balafirên şer ên dewleta Tirk derdora gundê Ruysî ya bajaroka Batîfa ya girêdayî Zaxoyê bombebaran kir.

Di encama bombebaranê de ziyanek mezin bi xanî û baxên welatiyan ket.

Li aliyek din, li parêzgeha Silêmaniyê 9 enî û grubên cûda li dijî dagirkeriya dewleta Tirk civiyan û biryara avakirina eniyek hevbeş li dijî dagirkeriyê da.

Di civînê de bernameyek ji bo çalakiyên li dijî dagirkeriyê hate diyarkirin.

Enî û grubên tevlî civînê bûn navên wan wiha ne:

Eniya Piştevaniya Efrîn.

Eniya Piştevaniya Rojava.

Desteya Hawkarî Efrîn.

Dengî Nîştiman.

Jinanî Başûr.

Gruba Wijdan.

Gruba Aşitî.

Destey Bergirî li Xak û Destey Destpêşxerî Konferansî Nîştimanî.

Back to top button