Endamekî Komeleya Karkerên Mezopotamya rastî êrişa çekdarî hat… Rewşa wî giran e

Li Silêmaniyê li dijî endamekî Komeleya Karkerên Mezopotamyayê êrişeke sûîqeste pêk hat.

Li gor agahiyên Rojnewsê 3 gule bi bedena endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ketiye û rakirine nexweşxaneya Şoreş ya li Silêmaniyê.

Gorî agahiyan rewşa birîndar girane.

Êrişa sûqestî li ber derê komeleyê pêkhatiye..

Û nayê zanî ji aliyê kêve pêkhatiye.

Derbarê nasnameya endamê komeleyê de agahî nehatine standin û heya niha derbarê êrişê de ti daxuyaniyek fermî nehatiye belavkirin.

Di nava saleke de li Silêmaniyê 5 kes bi suîqestên ku MÎT û Parastin ku rêxistina îstîxbaratê ya PDK’ê jê berpirsyare, jiyana xwe ji dest dan.

Di 4’ê Cotmeha 2022’yan de Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel,Di 28’ê Tebaxa heman salê de endamê Meclisa Rêveber a Tevgera Azadî Şeyl Xurid Ezîz (Mamoste Şemal) hat qetilkirin.

Di 17’ê Gulana heman salê de Zekî Çelebî bi giranî birîndar bû û di 18’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da.

Di 17’ê Îlona 2021’ê de endamê Komîteya PKK’ê Yasîn Bulut (Şukri Serhed) Herî dawî jî welatparêzê kurd Huseyîn Turelî di 18’ê nîsanê de li Dihokê di êrişeke sûîqestê de hat qetilkirin

Back to top button