Dîlek Sonmez: Tecrîd bi têkoşînê dikare bê dawîkirn

Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bandora tecrîda li Îmraliyê ye û wiha got: “Tecrîd, dikare bi têkoşîneke hevpar bê bidawîkirin.”

Hevseroka Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MA TUHAY-DER) Dîlek Sonmez têkildarî tecrîdê axivî.

Demîr destnîşan kir ku sedema binpêkirinên li girtîgehan, polîtîkaya tecrîdê ya li ser Abdullah Ocalan e û wiha dirêjî da axaftina xwe:

“Tekane rêya bidawîkirina binpêkirinên li girtîgehan, bi bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e.

Ji ber ku Ocalan, rêberê gelên Tirkiye, Rojhilata Navîn û bi taybet jî rêberê kurdan e. Hebûna gelê kurd e.

Lewma tunekirina vê hebûnê tê wateya tunekirina gelê kurd.

Gelê kurd bi fikrê Rêber Apo dikar xwe biparêze, dewleta tirk jî vê ditirse tecrîdê giran dike.”

Demîr bang hemû kurdan kir ku asta têkoşîna xwe li dijî tecrîdê bilind bikin, ji ber ku tecrî tenê bi têkoşînê dikare were bidawîkirin.

Şêniyên Silêmaniyê: Cezakirina Rêber Apo cezakirina tevahî gelê Kurd e

Back to top button