Şêniyên Silêmaniyê: Cezakirina Rêber Apo cezakirina tevahî gelê Kurd e

Şêniyên Silêmanî û çalakvanên herêma Germiyanê ya başûrê Kurdistanê têkîldarî tecrîdê bertek nîşandan û diyar kirin ku cezakirina Rêber Apo cezakirina tevahî gelê kurd e, divê her kes li dijî tecrîdê rabe.

Dewleta tirk bi rêbazê cezayê bi navê disiplînê tecrîda li dijî Rêber Apo kûrtir dike.

Ev yek ji aliyên şêniyên başûrê Kurdistanê rastî bertekan hat.

Mamosteyê bajarê Silêmaniyê yê binavê Salih Hadî got:

“Divê gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, ji bo azadiya Ocalan têbikoşin.”

Mamosta Perwîn Abdullah jî da zanîn ku cezakirina Rêber Apo, cezakirina tevayî gelê Kurde û got:

“Qedekirina hevdîtin û serdanên bi Rêber Ocalan re karekê nemirovî ye.”

Li ser heman mijarê mamosta Seîd Mecîd jî ev yek got:

“Dewleta Tirk her tim xwestiye bi tecrîd ê zexta li ser Ocalan bi gelê Kurd paşde gav bide avêtin.

Lê Ocalan her carê ev plan, konseptên qirêj û qirker yên dewleta Tirk xistine bin axê û pûç kirine.”

Çalakvanên Germiyan: Divê li dijî tecrîdê zext û çalakî werin zêdekirin

Çalakvanên herêma Germiyanê jî di derbarê tecrîda girankirî ya li dijî Rêber APO de ji Rojnews re axivîn.

Çalakvan û Rojnamevan Lawan Ehmed da zanîn ku tecrîd helwestek ne mirovî ye û got:

“Hêzên Kurdî bi zêdekirina zextên li ser Tirkiye, dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.

Azadiya fîzîkî ya Ocalan jî bê guman wê zêdetir bandora xwe li ser pêkhatina yekitiya netewî û yekxistina doza rewa ya gelê Kurd bike.”

Çalakvan Behadîn Kemal jî diyar kir ku pêwîste li ser asta herem û cîhanê çalakiyên cûda li dijî tecrîdê werin lidarxistin û tecrîd were şikandin.

Sînan Cîftyurek: Lihevkirina bi Kurdan re dawîlêanîna tecrîdê re pêkan e

Back to top button