Pêwîste mîrateya çanda heremê ya dîrokî bê parastin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek cihên dîrokî û şûnwar hene.
Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser jî ji bo parastina van cihan komîte ava kirine.

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Çandê Zerdeşt Îsa têkildarî mijarê got:

“Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser gelek komîte ava kirin.

Ew komîte; wê deverên dîrokî biparêzin..

Wan arşîv bikin û rê li ber binpêkirinên li dijî şûnwaran bigirin.

Piştî ku cihên şûnwarî hatin tespîtkirin, raporeke der heqê wan de hat amadekirin.

Di raporê de binpêkirinên ku komên çeteyan li dijî şûnwaran kirine, hatin parvekirin.”

Zerdeşt Îsa bang li şêniyan kir ku mîrateya çanda herêmê biparêzin..

Xwedî li dîroka xwe derkevin.

Back to top button