Sînan Cîftyurek: Lihevkirina bi Kurdan re dawîlêanîna tecrîdê re pêkan e

Parlamenterê Wanê yê Partiya Çepên Kesk Sînan Çîftyurek diyar kir ku ger erdogan dixwaze lihevkirine bi gelê kurd re bike divê destpêkê Tecrîda li dijî Rêber APO rake.
Çîftyurek bang li aliyên kurdî kir ku li dijî şerê taybet ên dewleta tirk li hember partiya çepên kesk dimeşîne baldarbin.

Tevî ku hilbijartina Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê bi dawî bûye lê hîn jî nirxandinên bandora encamên hilbijartinê di rojevê de ye.

Erdogan li gor encamê di nava hin hewildanan de ye.

Parlamenterê Wanê yê Partiya Çepên Kesk Sînan Çîftyurek têkildarî planên desthilata Erdogan û êrişên li ser qada demokratîka a Kurd axivî.

Sînan Çîftyurek da zanîn ku Erdogan dixwaze muxalefetek li gor xwe biafirînê, lê heta niha ev plana xwe nikaribû pêk bîne.

Çîftyûrek axaftina Erdogan a sondxwarinê bibîrxist û got heger Erdogan bixwaze bi gelê kurd re li hev bike divê van gavan bavêje:

“Dawî li tecrîda giran a li dijî birêz Abdullah Ocalan bê anîn.

Divê wezîfeya şaredaran ku bi rêya Qeyûman desteser kiribû radestî wan bike.

Divê 79 rojnamevanên girtî bêne berdan.

Siyaseta cihêkirinê ya li hemberî xelkê me yê Elewî tê meşandin bê bidawîkirin û daxwazên wan tavilê werin bicihanîn.

Heta ku ev neyên kirin bêwateye ku qala banga aştiyê bê kirin.”

Sînan Cîftyurek: Divê Erdogan hêzên xwe li heremên Kurdan vekişîne

Çîftyurek diyar kir ku Erdogan bi gotina:

“Bi xurtkirina biratiya hezar salî” hewl da peyamê bide Kurdan.

Lê belê biratiyeke bi vî rengî nabe.

Eger dixwaze bibe bira divê destûra bingehîn hebûna gelê Kurd bê qebûlkirin.

Erdogan dibêje ‘li welêt aştî, li cîhanê aştî’.

Lê belê Erdogan li 2 parçeyên Kurdistanê di pozîsyona dagirkeriyê de ye.

Eger aştiyê dixwaze hingî divê hêza xwe ya leşkerî ji herêmên Kurdan vekişîne.

Çîftyurek herî dawî ev yek anî ziman :

“Ji xwe encamên hilbijartinê bi berfirehî tê nîqaşkirin.

Ji bingehê ve ji gundan heta bi navendê divê em vê nîqaşê bikin.

Divê stratejî û taktîka siyasetê bê nirxandin.

Dema ku ev hate kirin jî divê kes, kesayet nebin hedef.

Kî dibe bila bibe divê zimanekî krîmînal neyê bikaranîn.”

Ferzende Munzur: Li ser rewşa Rêber Apo wê konferansek li dar bikeve

Back to top button